“Hikumeta Şamê bi rêbaza leşkerî wê nikaribe deverek din kontrol bike”

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriye James Jeffrey destnîşan kir, hikumeta Şamê bi rêya leşkerî wê ti erdên din kontrol neke.

James Jeffrey di serdana xwe ya li Enqerayê de got:

“Hikumeta Şamê bi serkêşiya El-Esed wê ti destkeftiyên nû bi rêya leşkerî li ser xakê pêk neyine..

Divê ev pêvajoya leşkerî bi dawî bibe..”

Jeffrey diyar kir ku divê hikumeta Şamê li ser maseya diyalogan vegere bi û civaka navneteweyî re danûstandinan bike, ji ber ev tiştê herî girîng e..

Tê payîn, îro Jeffrey li Enqerayê bi berdevkê Erdogan Ibrahîm Kalin û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar re rûne..

Back to top button