Li Sêmalka çalakî 110 roj in didome lê PDK cenazeyan nade

110 rojin malbatên gerîlayên şehîd li Sêmalkayê li hêviya giritina cenazeyên zarokên xwe ne.

Çalakiya konvedanê ya malbatên gerîlayên şehîd li Sêmalkayê di meha 4’an de ye.

Tevî sermayê jî lê malbat di dewamkirina çalakiya xwe de bi biryar in.

Nêzî 4 meh in li wir in û tenê daxwaza wan girtina cenazeyên zarokên xwe ne.

PDK’a ku zarokên wan şehîd kirine heta niha cenaze radest nekirine.

Tersî wê deriyê sînor di rûyê malbatan de girt.

Rojane ji herêmê xelk berê xwe didin Sêmalka û dengê xwe tevli yê malbatan dikin.

Back to top button