Dewleta Tirk doh li Şengalê jî 2 erebe kirin armanca, di encamê de 2 endamên YBŞ’ê şehîd bûn.
Li Şengalê balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk li derdora Geliyê Şilo 2 erebe bombebaran kir.
Di encamê de êrişê de 2 endamên YBŞ’ê Azad Êzdîn û Enver Tolhildan şehîd bûn 2 jî birîndar in.
Azad Êzdîn yek ji Fermandarên YBŞ’ê ye.
Cenazeyên şehîdan dê îro bên oxikririn
Cenazeyên her du şehîdan bi karwaneke girseyî ber bi goristana Ş. Dilgeş û şehîd Berxwedan ve birêketin.
Piştî ku bighêjin goristanê wê cenazyên şehîdan bi merasîmeke girseyî werin oxirkirin.
Tevî hewldanên astengkirinê yên artêşa Iraqê jî gelê Şengalê li dora şehîdên xwe kombûn û nerazîbûnên tund nîşandan.