Fewaz Zoba banga piştgiriya QSD’ê kir

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr a Hesekê, Fewaz Zoba bang li gelê herêmê kir li hember êrişên DAIŞ’ê piştgiriya QSD’ê bikin.

Fewaz Zoba El-Milhim got:

”Hemwextî êrişa DAIŞ’ê li ser Xwêran dewleta Tirk a dagirker jî êriş kir.

Ev yek girêdana di navbera her du êrişan de nîşan dide.”

Fewaz Zoba li hember êrişên DAIŞ’ê banga hevgirtinê li gel kir û ev tişt anî ziman:

“Herêmên me ji aliyê DAIŞ û dewleta Tirk têne hedefgirtin.

Divê em li dijî van êrişan hevgirtina xwe ava bikin.

Her wiha destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatî bidestxistin biparêzin.”

Fewaz Zoba banga piştgiriya QSD’ê jî li gel kir û hêvî kir ku li dijî DAIŞ’ê û piştevanên wan, bi ser bikevin.

Back to top button