Li kampa Holê penabereke Iraqî hate qetilkirin

Li Kampa Holê ya ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin hêzên ewlehiyê cenazeyê penabereke Îraqî dît. Li gorî agahiyan ew jin hatiye xeniqandin.

Hêzên ewlehiyê yên li kampa Holê ragihand ku wan duh bi şev cenazeya penabereke iraqî ku bi kabloya kehrebeyê hatibû xeniqandin, dîtin e.

Navê jina hatiye qetilkirin Cewher e, ji bajarê Qaîm ê Iraqê ye û diya zarokeke 7 mehî ye û di beşa yekemîn a kampê de dima.

Li gorî agahiyan, beriya demekê jinên DAIŞ`î yên li kampê birayê Cewher jî qetil kir û têkildarî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.

Li kampa Holê sûcên qetilkirin û tundiyê zêde bûne û saziyên ewlekariyê eşkere dikin ku sedema van sûcan hişmendiya tundraw a jinên çeteyan e.

Hêzên ewlehiyê destnîşan kirin ku piraniya van sûcan jinên DAIŞ`î pê radibin û bi vê yekê dixwazin fikrên tundraw di nava penaberên Iraqê de belav bikin.

Back to top button