Tevgera Jinên Azad TJA’yê li Stenbolê dest bi kampanyê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan, tundiya li ser jinê kampanyayek bi diruşmeya “Em xwe diparêzin” da destpêkirin. TJA’yê li Stenbol, Mêrdîn û Mêrsînê jî, di çarçoveya kampanyayê de dest bi çalakiyan kir.

Di çarçoveya Kampanya ” Em xwe diparêzin” TJA’yê li Stenbolê jî starta kampanyayê dan destpêkirin.

TJA’yê ji bo kampanyayê li avahiya navçeya Bagcilar a HDP’ê daxuyanî da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Aysun Çeper ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li dijî jinan red, înkar, nîjadperestî û zayendparêziya zilam a bi fikrê hikumetê gelek êrîş tên kirin.

Êdî bes e, em ê li dijî nijadperestiyê, zayendparêziya mêr a bi hevkariya rejîma AKP-MHP’ê, xwe biparêzin û ji bo jiyaneke azad em ê li ber xwe bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li dijî êrîşên li ser jinê, divê her kes xwedî li kampanya TJA’yê derkeve û têkoşînê bilind bike.

Piştî daxuyaniyê sînevîzyonek li ser berxwedana jinê hate pêşandan.

TJA’ê li Mêrdîn û Mêrsînê jî dest bi kampanyê kir

Ev der jî Mêrdînê ye.

TJA’yê li vir jî strata kampanya “Em xwe Diparêzin” da.

Di çarçoveya strarta kampanyayê de li HDP’a daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev kampanya bi armanca parstina, ziman, çand û erdnîgariyê ye û li dijî êrîş destdirêjiyê tê kirin e.

TJA’ê bang li tevahî jinan kir ku tevlî vê kampanya bibin û xwe biparêzin.

Aktîvîstên TJA’yê li Mêrsînê jî kampanya ‘Em xwe diparêzin’ dan destpêkirin.

Kampanya li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê hat destpêkirin.

Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî her cûre êrişan xwe biparêzin.

Back to top button