“Cotkarên pempo dikarin berhemên xwe bifiroşin bazirganan”

Rêverberiye xweser îro civînek li dar xist û birayar da ku cotkarên pempo dikarin berhemên xwe bifiroşin bazirganan û derî ji bo bazirganî û derxistina kel û pelan ji bo derveyî herêmê jî tên vekirin.

Civîn bi tevlêbûna hevserokatiya meclisê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û cîgirên wan, hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê, yekitiyên cotkaran ên rêveberiyên xweser û 7 rêveberiyên sivîl û nûnerên Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê hat li dar xistin.

Di civînê de Beşdaran, lêçûnên çandina her donimeke pembo nîqaş kirin û buhayê pembo yê ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dikare berhm ji cotkaran bikire, nîqaş kirin.

Li ser daxwazên yekitiyên cotkaran Rêveberiya xweser biryar da ku cotkarên pempo dikarin berhemên xwe bifiroşin bazirganan.

Her wiha derî ji bo bazirganî û derxistina kel û pelan ji derveyî herêmê re jî tên vekir.

Back to top button