WHO: Sûriye di nav de kolera li bêtirî 30 welata belav bûye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) eşkere kir ku kolera herî kêm li 31 dewletên cîhanê belav bûye û gefê li nêzî mîlyarekî mirovî dixwe.
Di nava van welatan de Sûriye jî heye.

Rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Ghebreyesus li pêş nûnerên şandeyên dîplomasî li Cinêvê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Ghebreyesus ragihand ku bi hevrûkirina sala 2021′an jimara agahiyên pêketina kolera di sala 2022′yan de 2 qatî bû.

Ghebreyesus hişyariya li ser îsal ku hejmara zêde bibe da û got;

Herî kêm pandemiya kolera 2023′an li 31 dewletên li cîhanê belav bûye.

Milyarek mirov di xeleke xeteriyê de ne.

Tedros Ghebreyesus anî ziman ku diviyabû ev pandemî ji demeke zû de bihata tunekirin, lê di rewşa heyî de zêde dibe.

Her wiha destnîşan kir ku tiştê herî zêde mirov dixe fikar û metirsiyan ew e ku pandemiya kolera li Burundi, Cameroon, Komara Congo ya Demokratîk, Etyopiya, Tanzania, Sûdan, Sûriye, Zimbabwe û başûrê parzemîna Afrîkayê belav dibe.

Tê gotin, ji bo kontrolkirin vê nexweşxaneyê tedbîrên mezin hatine girtin.

Lê baran xeteriya berbelavbûna vê nexweşiyê bi awayekî cidî zêde dike û metirsiyan çêdike.

Tedros Ghebreyesus bal kişand ku dermanên kolera yên bi rêya dev tên birin pir kêm in û bang li civata navneteweyî kir ku 160 milyon dolar ji bo vê pandemiyê kom bike.

Back to top button