Komeleya Mafê Mirovan ÎHD a Enqereyê li dijî şerên li tevahî cîhanê diqewimin, nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan re şand.
Naveroka nameyê li avahiya şaxa ÎHD a Enqereyê bi daxuyaniyekê hate parve kirin.
Di nameyê de îşaret bi şer û aloziyên li gelek deverên cîhanê diqewimin hate kirin û wiha hate gotin:
“Di serdemeke ku şer û pevçûn ewqas diqewimin de mixabin NY neketiye nava hewldanên têrker.
Bi taybet jî li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên dijwar hene.
Lewma weke gelên li vê herêmê dijîn em di nava êşên mezin de ne û windahiyên me pir in.
IHD bal kişande li ser şerê li Ûkraynayê, Rojava, Filistîn û Îsraîlê û got:
Di encama şerê li van deveran de sûcên li dijî mirovahiyê yên pir mezin tên kirin.
Komeleya Mafê Mirovan ÎHD a Enqereyê li diyar kir divê dengê aştiya cîhanê bilindtir bibe û ev bang kir:
Çareseriya aştiyane ya hemû pirsgirêkan heye. Lewma banga me li NY’ê ew e ku bi erka xwe rabe
Di heman demê de şaxên ÎHD’ê yên Îzmîrê, Riha, Edene, Mêrsîn, Şirnex, Êlih û Amedê jî bi heman armancê ji NY’ê re name şandin.



