Awustiralya dibe xwedî noqîvanên nukleerî

Serokê Ajansê Fafael Mariano Grossi got: Emê di şopandin û lêkolînkirina noqîvanên nukleerî yên Awustralyayê de îsrar bikin.

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navnetewî (IAEA) ji zêdebûna çekên nukleerî nerehet e.

Serokê Ajansê Fafael Mariano Grossi anî ziman ku ew ê bi Amerîka, Brîtanya û Awusturalya ku di çarçoveya peymana AUKUS’ê de keştiyên noqîvanî yên nukleerî çêdikin de danûstandinan bikin.

IAEA: Ji bo şopandina noqîvanên Awustiralya em ê zextê bikin

Grossi anî ziman ku beriya keştî daneve nava deryayê divê ji aliyê wan ve were kontirolkirin.

Grossi li Waşîngtonê ji rojnamevanan re axivî û anî ziman ku ew ê di danûstandinên bi Awustralya re israr bike ku çavdêrên bikarin keştiya noqîvan bişopînin.

Grossi got:

“Ev pêdivî bi rêbazên teknîkî heye.

Gelo dema ku keştî vedigere bendergehê her tişt li wir heye.

Ji ber ku cara yekeme ku wê tişteke wiha bibe.”

Peymana AUKUS

Peymana “AUKUS” ku di warê teknolojiya keştiyên nukleerî de hevkariyê dike, di sala 2021’an de di navbera DYA, Îngilîstan û Awustralyayê de hatibû îmzekirin.

AUKUS kin kirina navê hersê welatan e.

Li gorî peymanê wê herî kêm 8 keştiyên binê deryayê yên bi hêza nukleerî li Awustralyayê bê çêkirin.

Ev keştî wê ji bo ewlekariya Hind-Pasîfîkê bê bikaranîn.

Piştî AUKUS, Awustralya wê bibe yekem welat ku berî bibe xwedî çekên nukleerî bûye xwedî keştiyên noqîvan yên nukleerî.

Ji hêla din ve, di Îlona 2021’an de, Awusturalya peymana 90 mîlyar dolarî ya Fransayê re ji bo çêkirina 12 keştiyên nukleerî yên noqîvan betal kir.

Betalkirina peymanê di navbera Fransa û Awustralyayê de bû sedema krîzê.

Fransa wekî bersivdayîna AUKUS balyozên xwe ji Canberra û Waşîngtonê vekişand.

Nexşerêya peymana AUKUS’ê eşkere bû

Back to top button