Ji ber lehiyê jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 15’an

Li bakurê Kurdistanê piştî erdhejê niha jî bandora lehiyê jiyan zehmet kiriye.
Ji ber felaketa ku lehiyê li pey xwe hiştiye, li Riha û Semsûrê jimara kesên jiyana xwe jid est dayîn derket 15’an.

Di karesata lehiyê ya ku di encama barana zêde ya li Semsûr û Rihayê pêk hat de, bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest didin giran dibe.

Li bi dîtina cenazeyê kesekî din yê li Rihayê re jimara miriyan derket 15’an.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca doh li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kiribû ku ji ber lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Karê Hindirîn Suleyman Soylu diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirina 5 kesan dewam dikin.

Di daxuyaniya dawî ya AFADê da hat ragihandin ku ekîbên li Meletî, Elezîz, Semsûr, Amed, Riha, Mêrdîn, Dîlok, Kilîs û Mereşê ku hişyariya baranê ya asta rengê pirteqalî lê hat dayîn, di nobetê de ne.

Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn ku li herêma erdhejê heta roja duşemê baran wê bibare.

Li Rihayê bo perwerdê rojek betlane hate dayîn

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de, li Rihayê ku barana zêde bi bandor bû, bi sedan xanî û wesayît di bin avê de man.

Zeviyên çandiniyê zirar dîtin.

Tevî lehiyê jî welatiyan bi derfetên xwe hewl dan malên xwe yên di bin avê de mane vala bikin.

Li gel ku hîna jî sewqiyata gelek taxên bajêr nayê kirin, barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Ji ber barana ku veguherî lehiyê gelek kuçe û kolanên bajêr di bin avê de man.

Ji ber ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyyubiyeyê lehî rabû, li bajêr perwerdehî ji bo rojekê hat sekinandin.

Li Semsûrê jî konên mexdûrên erdhejê di nav avê de man.

Dema ku kuçe û kolan dizivirî golê, ajokarên wesayîtan di rêyan de zehmetiyan dikişandin.

Hin wesayît di nav avê de asê man.

Li bajarên wekî Amed, Mêrdîn û Meletiyê barana zêde bi bandor bû.

Hat ragihandin ku barana zêde ya ku li Meletiyê bi bandor bû li gelek navçeyên wê veguherî lehiyekî qismî.

Kiliçdaroglû: Sedema vê rewşê deshilat e

Namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Miletê û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ku ji ber lehiyê serdana Rihayê kir, desthilatê rexne kir û got:

“Divê hûn li dijî kerasetên xwazayî, bajarên zexm ava bikin.

Heke hûn nikaribin van bikin çima hûn rêvebertiyê dikin?”

Back to top button