Welatên YE daxwaza dersînorkirina koçberan dike

Welatên endamên YE êdî dixwazin di mijara koçberiyê de çareseriyek were danîn.
YE daxwaz ji welatên endam dike ku dersînorkirina koçberên neqanûnî bilez bikin.

Komîsera Navxweyî ya Yekîtiya Ewropayê Ylva Johansson li Parlamentoya Ewropayê ya li Strasboûrg a Fransayê ji rojnamevanan re axivî û got:

“Sala borî, me tenê ji sedî 21’ê kesên ku mafê mayînê nedane wan paşde şandin.

Gava ku em nekarin mirovan paşve bişînin, ew pergala me têk diçe û baweriyê xera dike.”

Johansson da zanîn ku par li welatên Yekîtiya Ewropayê 340 hezar kes hatin dersînorkirin û ev tişt anî ziman:

“Ji bo parastina mafê serlêdana ji bo penaberiyê, divê em nîşan bidin ku em bi kesên mafê parastina navneteweyî re têkildar e.

Pêwîstiya me bi koçberiyê heye, lê divê ew qanûnî û rêkûpêk be.”

2015’an bi derbasbûna bêtirî milyoneke koçberên ji Sûrî û Iraqê bo Ewropa bû sedema yek ji krîza siyasî ya li Ewropa.

Welatên endam nîqaşên dijwar li ser mijarê dabûn meşandin.

Ev nîqaş heta îro jî dewam dikin.

Ji bo reformkirina sîstema penaberiyê çendîn car hewldan hatin kirin, lê li gorî dihatin xwestin pêk nehat.

Pirsgirêka serke jî neçareserkirina sedemên bingehîn bûn.

YE bi rêya welatên sînor xwest pêşî li vê rewşê bigre, lê heta niha jî nekariye vê çareser bike.

Back to top button