”Divê Tirkiyê qanûn navnetewî li ber çavan bigire”

Siyasetmedar û rêveberan tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got:
“Li Rojhilata Navîn guhertinên dîrokî rû didin û kilîta çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye.”

Hevserokê meclisa PYD’ê ya kantona Girê Spî Sebrî Nebo got:

Mercên girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo dûrî qanûn û rêgezên edaleta civakî ye..

Abdullah Ocalan sembola jiyana hevbeş û biratiya gelan e

Tevahî gelên herêmê dixwazin ku aştî pêk were.”

Sebrî Nebo anî ziman ku divê desthilata Tirk qanûnên navneteweyî li ber çavan bigire.

”Kilîta çareseriyê di destê Rêbertî de ye”

Endamê Meclisa Rêveber a Zanîngeha Kobanê Ebdurehman Dumer îşaret pê kir ku li Rojhilata Navîn guhertinên dîrokî çêdibin.

Dumer diyar kir ku kilîta azadiya gelên Rojhilata Navîn di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye.

Dumer destnîşan kir ku ne ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûye wê tevahî herêm tevlihev bibûya û wiha dom da axaftina xwe:

Fikê Rêbertî di demeke hestiyar de derket, ji ber ku nexşeyeke nû ji herêmê re xêz dike.

Back to top button