Balafirên şer yên dewleta Tirk Binarê Qendîl û Garê bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker îşev careke din Binarê Qendîl, devera Gelale, çiyayê Baske-qel û sînorê Şînkayet bombebaran kirin.
Her weha balafiran Garê jî 8 caran bombebaran kir.

Têkildarî êrişên balafirên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Binarê Qendîlê û deverên din, Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ragihand ku saet 19’an balafirên şer yên dewleta Tirk li ser esmanê Binarê Qendîl digerin û got:

Ev 2 şevin li ser hev gundê Enzê yê Binarê Qendîl tê bombebarankirin.

Lê heta niha derbarê zerer û ziyanên êrişên hewayî de tu agahî bidest neketine.

Dilşêr Îbrahîm da zanîn derengiya şev dengê balafirên şer yên dewleta Tirk li esmanê Binarê Qendîlê tê bîhîstin.

Li aliyê din, li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer yên dagirkeriya tirk 8 caran çiyayê Garê yê nêzîkî navçeya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kir.

Çavkaniyan ragihand ku heta niha jî liv û tevgera balafiran didome.

Back to top button