Tevî banga NY a rawestandina şer li Sûriyê, Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêmê didomîne. Duh dagirkeriya Tirk, êrîşî gundê Ereb Hesen ê bakurê bajarê Minbicê kir, zarokek şehîd bû û dê û bavê wê birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk yên li gundê Ereb Hesên ê biçûk, bi top û moşekan gundê Ereb ê Mizin, topbaran kirin.
Navendê diyar kir ku gelek top û moşek li malên sivîlan ketin, di encamê de zarokeke 6 salî şehîd bû û dê bavê wê birîndar bûn.
Navê zaroka şehîd, Yasmîn Hisên El-Hecî ye, dayîka wê Emîna Îbrahîm û bavê wê Hisên Ebd El-Hecî ye.
QSD’ê êrîşa li ser Eyn Îsayê têk bir, 2 çete hatin kuştin
Artêşa Tirk û çeteyên wê, êrîşî gundê Hoşan yê Eyn Îsa û rêya M4 jî kirin.
Şervanên QSD jî bersiv da û 2 çete kuştin, di nav de serçeteyekê koma Suleyman Şah.