Li Başûrê Kurdistanê, 27 kes ji vîrûsê rehet bûne

Li Başûrê Kurdistanê, 27 kes ji vîrûsa Coronayê rehet bûne, li Iraqê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê, 22 nexweşên Coronayê baş bûne û çûne malên xwe.

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê jî ragihand ku, li bajêr 5 nexweşên vîrûsê rehet bûne û bi vê yekê li Silêmaniyê heta niha, 100 nexweşên vîrûsê baş bûne.

Li Iraqê bi giştî, di nava 24 saetên dawî de 26 kesên din bi vîrûsê ketin û 2an jiyana xwe ji dest da.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê heta niha, hezar û 378 kes nexweş in, 77 kesan jiyana xwe ji dest daye û 717 kes jî rehet bûne.

Back to top button