Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, got ku hin dewletên din jibilî Îmarat û Behreynê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re fireh dikin.
Îro Mike Pompeo derbarê tifaqên aştiyê ên Îsraîl bi Behreyn û Îmaratê re axivî.
Pompeo diyar kir ku hin dewletên din dest bi berfirehkirina têkiliyên xwe bi Îsraîlê re kirine û wê tevlî tifaqên aştiyê bibin.
Pompeo anî ziman ku tifaqên aştiyê wê li gorî berjewendiyên hemû aliyan be û destnîşan kir ku tenê du welat li dijî van tifaqan rabûne, ew jî Tirkiye û Îran in.
Her wiha îro wê merasîma îmzekirina peymana aştiyê navbera Îmarat û Îsraîlê û ragihandina piştigiriya aştiya navbera Îsraîl û Behreynê li Koşka Spî pêk were.
Di merasîmê de, serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho tevî Wezîrên Karên Derve yên Îmarat û Behreynê amade bibin.
Li aliyeke din li herêmên Tifa Xerbî û Xeza yên Filistînê, li dijî van tifaqan hêrseke gelîrî derketiye pêş