Ji eşîreya Igêdat 125 kes tev refên QSD’ê bûn

Bi armanca pêşligirtina fitneyan û parastina ewlehiya herêma Dêrazorê û gundwarê wê, 125 ciwan ji qebîleya Igêdat a li Dêrazorê tevlî QSD’ê bûn.

Li gorî fermandariya leşkerî ya Akademiya Şehîd Egîd a Dêrazorê, ciwanên qebîleya Igêdat bi armanca parastina ewlehiya herêmê ji fetniyên ku ji aliyê rejîma Sûriyê û Tirkiyê der dikevin, tevlî QSD’ê dibin.

Ciwanên Igêdeat diyar kirin ku ew piştî zêdebûna bûyerên qetilkirina sembolên herêmê, biryar dan ku tev li Hêzên Sûriya Demokratîk bibin.

Her weha eşker kirin jî ku ew ê li hemberî şaneyên terorîstan ên ku ajînde û berjewendiyên dewletên mîna Tirkiyê li herêmê bisekine.

Ciwanên tev li QSD’ê bûne dê 45 rojan perwedeyên siyasî, fikirî û leşkerî û bikaranîna çekan bibînin.

Piraniya ciwanên ku tev li QSD’ê bûne ji bajaroka Şihêl a gundewarê rojhilatê Dêrazorê ne.

Back to top button