Aldar Xelîl: Ji bo me tişta esas berxwedana me ye

Endamê Komîteya Hevserokatîya PYD’ê Aldar Xelîl, dîyar kir ku Dewleta Tirk di nav krîzeke de ye lewra jî li dagirkeriyeke nû ye. Xelîl, li ser hevdîtinên bi rejîma Şamê re jî got: ”Em tenê peyaman didin hev û ji vî derbasnekiriye.” Xelîl derbarê gotinên Mersûr Barzanî de jî got: ”Ma Barzanî buye parêzerê Tirkiyê. Pêwîstî bi gotinên vî rengî tune ye.”

Endamê Komîteya Hevserokatîya PYD’ê Aldar Xelîl, têkildarî mijarên di rojevê de gefên dewleta Tirk, danûstanina bi rejîmê û gotinên Mesrûr Barzanî de ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Têkildarî gefên dewleta Tirk yên li dijî heremê de Aldar Xelîl got: ”Gefên dawî ji bo bilindkirina asta şer e.

Ew dixwazin berîya sedsala Lozan biserbikevin.

Dewleta Tirk ji bo xwe ji qirîza heyî xilasbike li pey dagirkerîyên nû ye û ji bo me berxwedana me esas e.”

Xelîl îşaret bi rola Rusya û Emerîka yê jî kir û wiha got:

”Em xwe nexapînin. Dewletên mezin destkeftîyên xwe esas digrin.

Ji bo çareserîya kirîza Sûrîyê Emerîka û Rusya li hev kirin. Têkildarî hevdîtinên di navbera wan de jî em agahdarin û lê li ser çi rêbazê li hevkirine em nizanin.

Heyetên me bi wan re di nava danûstandinan de ne.”

Aldar Xelîl: Em tenê peyaman didin hev

Aldar Xelîl li ser hevdîtinên bi rejîma Şamê re jî bal kişande ser hişmendîya rejîmê û wiha domand:

”Cenevre li ber çavan e. Hêzên li ser masê heya roja îro lihev nekirine.

Feraseta rejîmê dîyar e. Lewra em nikarin behsa maseyeki ku bi rejîmê re hatibe danîn û xal bi xal niqaş kirinê bikin.

Bêyî Rêveberîya Xweser çareserî pêşnakeve. Em tenê nêrînên xwe ji hevre radigihînin û peyaman ji hevre dişînin.

Ev pirsgirêkek dîrokî ye û ji bo çareserîyê wê dem bigre.

Niha ew li qadê ne û ji ber wê navnîşan jî Şam e.”

Aldar Xelîl: Mesrûr Barzanî li ser çi esasî parêzeriya Tirkîyê dike ?

Endamê Komîteya Hevserokatîya PYD’ê Aldar Xelîl li ser gotinên Mesrûr Barzanî jî yên ku digot bila gelê Rojava xwe ji PKK’ê dûr bixe wiha got,

”Pêwîstî bi gotinên bi vî rengî tune ye. Lê me hêvî nedikir ku dagirkerîya Tirk biparêze. Dibêjin pirsgirêka Tirkiyê bi Kurdan re tuneye.

Belê, kî li dijî Şex Seîd; Seyîd Riza û Barzanî derket ?

Eger pirsgirêka Dewleta Tirk bi Kurdan re tunebe, bila ENKS biçe Efrînê xebat bide meşandin û bûroya xwe veke.

Ew hebûna Kurdan qebul nakin û gelo Mesrûr Barzanî di berdêla çi de bû parêzerê Tirkîyê.?

Back to top button