Çalakî di roja 49’an de dewam dike PDK ê bersiva malbatan nade

Çalakiya konvedanê ya dayîk û malbatên şehîdan a li Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên li ser destê PDK’ê hatine şehîdxistina, di roja 49’an de dewam dike.
Îro endamên Yekîtiya Odeya Bazirganiyê û Yekîtiya dikandaran tevlî çalakiyê bûn û bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.

Endamên Yekîtiya Odeya Bazirganiyê û Yekîtiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê li pêşiya Dergeha Sêmalka daxuyanyek da.

Di daxuyaniyê de siyaseta PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku hevkariya aliyekî kurd bi dijminê Kurdan re dibe asteng li pêşiya pêkanîna hêviyên gelê Kurd.

Çalakgeran di daxuyaniya xwe de gotin, PDK’ê bi hevkariya xwe bi dewleta Tir û dijminatiya gerîlayan nikare destkeftiyên xwe biparêze.

Di dawiyê de çalakgeran bang li gel û saziyên Başûr kir ku zextê li PDK’ê bike da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin .

Back to top button