Ev 52 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Derbarê revandina Rojnamevan Silêman Ehmed de, hemû Rojnamevnên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku PDK ji bo rastiyan veşêre Silêman Ehmed revandiye.

Nêzî 2 mehane Rojnamevanê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed yê ji aliyê PKD’ê ve hatiye revandin, agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe guman û xeterî li se jiyana wî zêde dibe.

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga serbestberdana Silêman Ehmed kirin.

Rojnamevanên Rojava: Ji bo rastî dernekevin PDK’ê Silêman ehmed revand

Xebatkarê Ronahî TV rojnamevan Mihemed Ferîh têkildarî revandina rojnamevan Silêman Ehmed peyamek vîdyoyî weşand.

Mihemed Ferîh di peyamê de bang li PDK’ê kir ku demildest Silêman Ehmed were berdan.

Her wiha rojnamevana Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şîlan Semîr jî di peyameke vîdyoyî de, piştgiriya xwe ji berdana rojnamevan Silêman Ehmed re nîşan da û got:

“Sedema revandin û windakirina rojnamevan Silêman Ehmed ji ber veşartina rastî û heqiqetê ye.”

Ev 51 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button