PAJK: Serketina li dijî şerê taybet tenê bi xeta şerê gel ê şoreşgerî dibe

Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe ya înternetê nirxandinek weşand, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê Kurd û hêzên azadîxwaz û got: “Serketina ji bo me; li dijî şerê taybet ê giran, bi ferzkirina şerê gel ê şoreşgerî yê giran dibe.”

Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe ya înternetê nirxandinek weşand.

PAJK’ê di nirxandina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dagirkeriya Tirkiyê û got:

“Ji roja pergala dewletparêz a serdestiya mêr ava bû û hetanî roja me ya îro hebûna xwe timî bi şeran ve parastiye.

Taybet li kurdistanê şerê taybet di asta jorde tê meşandin.

Armanç ewe ku hemû civakê bê îrade bihêle û radest kirina wan a ji desthilatdariyê re hêsan bike.

Lê Serketina ji bo me; li dijî şerê taybet ê giran, bi ferzkirina şerê gelşoreşgerî yê giran dibe.”

PAJK: Rêber Apo bi berxwedana xwe şerê taybet vala derxist

PAJK’ê balkişand li ser şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo dimeşîne û ev nirxandinkir:sîstema çarmix şerê taybet li ser Rêber Apo bixînin dewrê û domad:

“Navenda bingehîn a rejîma şerê taybet a ku bi destê hêzên serdest ve tê rêvebirin, Rêber Apo ye.

Xwastine ku bi pergala çarmix a ku bi talîmata NATO yê ve hat rêxistin kirin bi şêweyek sîstematîk bixînin dewrê.

Ji êrîşa fîzîkî ya her cûre bigirîn û hetanî êrîşên derûnî ev pêla êrîşê her ku çûye mezin bûye.

Di pêvajoya dawî de jî hewl dane bi polîtîkaya tecrîd a kûr kirî ve vê pêvajoyê rêvebibin.

Rêbertî ew hemû nêzîk bûyîn bi berxwedana xwe ya bêhempa vala derxistiye.”

PAJK: Xwedî derketina şoreşê erka jinê ye

Koordînasyona PAJK’ê şerê taybet yê li ser Rojava yê kurdistanê jî nirxan û got:

“Kirinên şerê taybet ên li ser qada Rojava di serkêşiya dewleta Tirk a faşîst de bi konseptek hevpar ve tê meşandin.

Di nava vê êrîşê de rejîma Sûrî jî, hêzên îxanetkar ên wekî PDK’ê jî û avaniyên çete yên wekî DAIŞ’ê jî cihê xwe digirin.

Li vê derê jî dijmin hewl dide bi belav kirina bikar anîna madeyên hişber û fihûşê ve exlaqê civakê xerab bike.

Hewl didin bi vê rêyê ve baweriya ku bi şoreşê tê ya gelan bişikînin.

Bi bingehê rêxistin kirin û sorkirina hinek eşîretan ve dixwazin nakokiya Ereb-Kurdan biafirînin.

Xwedî derketina şoreşê erka jinê ye.”

PAJK: Li hember her cure êrişê perspektîfa bingehîn berxwedana topyekûne

Koordînasyona PAJK’ê herî dawî ew bang kir:

“Em di pêvajoyek ku dijmin li her qadê êrîşên cidî rêvedibe de ne.

Bêyî ku kêliyekê rastiya dijminê qirker û mêtînger ji bîr bikin, hemû êrîşên wî vala derbixînin.

Li hemberî her cure erîşê ji bo me jî perspektîfa bingehîn berxwedana topyekun e.”

Back to top button