Fûad Bêrîtan: Xwedîderketina li rêberê me xwedîderketina li xwe ye

Hevserokê Komalgeyê Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê-KODAR’ê Fûad Bêrîtan ji bo pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re’ banga tevlîbûnê kir û got: “Xwedîderketina li Rêbertî xwedîerketina li xwe ye.
Xwedîderketina li Rêberê me bi bicihanîna fikrên wî dibe; karê ji bo azadiya Rêberê me karê ji bo azadiya xwe ye.”

Hevserokê Komalgehê Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê-KODAR’ê Fûad Bêrîtan derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de axivî.

Fûad Berîtan diyarkir ku tecrîd êrîşa herî mezin a li ser diyalektîka jiyanê ye, lê Rêber Apo ji bo gel û mirovahiyê li hember ev êrişa mezin berxwedaneke mezin raber dike

Fûad Bêrîtan bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li Rêberê Apo wiha got: “Xwedîderketina li Rêberê me bi bicihanîna fikrên wî dibe.

Xwedîderketina li Rêberê me xwedîderketina li xwe ye; karê ji bo azadiya Rêberê me karê ji bo azadiya xwe ye.”

Fûad Bîrîtan: Divê her kes tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bibe

Fûad Bêrîtan di dawiyê de banga beşdariya ji bo pêngava ”Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” kir û got:

“Divê jin, ciwan û gelê Rojhilatê Kurdistanê, her wiha gelên Îranê divê li her derê ji her demê bêhtir tevlî vê pêngavê bibin.

Divê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihînin pêngava azadiyê ya navneteweyî û derbasî qonaxeke nû bikin.

Li ser vê bingehê divê her kes tevlî vê pêngavê bibe û xwedî li pêngavê derkevin.”

Serokê berê yê CPT Maûro Palma: Dixwazim Ocalan azad bibe ji ber ku ew rastiyeke dîrokî ye

Back to top button