Bijîşkan ji bo xweparastina ji germê hişyarî dan

Bi bilindbûna pileya germahiyê li bakur û rojhilatê Sûrî bijîşkan hişyarî dan welatiyan.

Bijîşka bi navê Meryem Ebdulrehîm Ehmed ji bo parastina zarokan ji germahiyê hin şîret da dayikan û got,

“Divê navbera saet 10’ê sibehê û 4’ê piştî nîvro zarok ji malê dernekevin û heke derketin jî kuman bidin serê wan.

Di dema çûyîna sûkê de jî divê zarok di erebeyên girtî de neyên hiştin.”

Dr. Meryem Ebdulrehman diyar kir ku germahiya zêde hin caran şewata dereceya yekê çêdike û laş gelek madeyên avî winda dike.

Bijîşkê taybet yên nexweşiyên hundirîn Rêzan Îbiş jî kesên temen mezin ji bo derketina bin tavê hişyar kirin.

Dr. Rêzan diyar kir ku divê rojane ji 2 heta 4 lîtreyên avê bên vexwarin û ji bo neşewitandina laş jî divê melhemên xweparastinê bên bikaranîn.

Back to top button