HPG: Li navçeya Bazîd a Agiriyê zêdeyî 30 leşkerên Tirk hatin kuştin

Bi hatina biharê re gerîlayên HPG’ê derên xurt li dagirkeriya dewleta tirk didin.

Bi çalakiyek fedayane careke din gerîlayan tirs xist nava dagirkeriya dewleta tirk.

Gerîla Sema Koçer li dijî leşkerên dagirkeriya dewleta tirk yên li ber luleya gazê ya Gurbulakê çalakiyek fedaî pêk anî.

Di çalakiyê de, 5 wesayitên zirxî îmha bûn, zêdeyî 30 leşker mirin.

 

Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya dewleta tirk, bi hatina werza biharê re çalakiyên xwe zêde kirine.

Doh di encama çalakiyekî bibandor ya li eyaleta Serhedê de bi dehan leşkerên dagirkeriya dewleta tirk hatin kuştin.

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome.

Li gorî vê;

31’ê Adarê gerîla Sema Koçer li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê li dijî artêşa tirk a dagirker a li ber lûleya gaza xwezayî çalakiyeke fedayî kir.

Hevrê Sema li dijî hêzên dijmin şer kir, bi ser 5 wesayitên zirxî ve çû yên ku ji bo destwerdanê hatin herêmê û tevî lûleya gaza xwezayî wesayitên dijmin hemû teqand.

Di encama de her 5 wesayit bi temamî îmha bûn, zêdeyî 30 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.

HPG’ê da zanîn ku çalakî bi boneya bîranîna şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hate lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya nasnameya şehîd wiha ye:

Rewşen Aşkara binasnav Sema Koçer li Sêrtê ji dayîk bûye, 31’ê Adara 2020’an li Agirî şehîd bû.

HPG’ê balkişand li ser kesayeta şehîd Sema û got:

Şehîd Sema ji roja tevlî nava tevgera azadiya kurdistanê bûyî, heta îro hertim li dijî zordariyê têkoşiyê.

HPG’ê ji malbata şehîd Sema re xwest û soza serkeftina li ser xeta şehîdan da.

Back to top button