Li Reqayê komeke belavkarên hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand li bajarê Reqayê komeke belavkarên hişbirê girtin.

Li gorî daxuyaniyê duh ,Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcên Birêxistinkirî li bajarê Reqayê komeke belavkarên hişbirê girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Piştî şopandandina du kesên ku guman li ser hebû, dema ku di 30`ê Adarê de madeyên hişbir li bajarokê El-Keramê didan hevdu, girtin û 525 hebên “captagon” desteser kirin.

Di lêpirsînê de her du kes li xwe mukir hatin ku madeyên hişbir difiroşin gelê me.

Her du diyar kirin ku 4 kesên din jî bi wan re heman karî dikin.

Li ser vê yekê hêzên me bi ser malên wan de çûn û ew jî girtin.”

Piştî bidawîbûna lêpirsînê, ji Desteya Serdozgeriya Giştî re hatin veguhastin.

Back to top button