Fezaa Mihemed: Divê êdî êrişên dewleta Tirk bên rawestandin

Alîkarê Hevserokên Meclisa Girê Spî Feza’ Mihemed bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk da û diyar kir êdî dem hatiye êrişên dewleta Tirk bên rawestandin.

Feza’ Mihemed bi bîr xist ku êrişên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê zêde bûn û got,

“Hemû êriş di çarçoveya plan û komployekê de tên kirin.

Çawa ku berê jî xwestin komployekê li ser Rêveberiya Xweser pêk bînin, îro jî planên xwe didomînin.

Feza’ Mihemed anî ziman ew li hemberî van hemû plan û êrişan bi hêza gelê xwe li ber xwe didin.

Alîkarê Hevserokên Meclisa Girê Spî destnîşan kir ew ji ti gef û êrişên dewleta Tirk natirsin, serî li ber natewînin û tekez kir ew ê heta dawî xaka xwe biparêzin.

Back to top button