HPG: Gerîlayên YJA-Starê li Girê Kurêjaro 5 dagirker kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand gerîlayên YJA Starê 19’ê Nîsanê li qada Kurojahro ya herêma Zapê li artêşa Tirk a dagirker da.Di çalakiyê de efserek jî di nav de, 5 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê ragihand gerîlayên YJA Starê 19’ê Nîsanê li qada Kurojahro ya herêma Zapê, di çalakiyekê de bi rengekî koordîneyî li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.

Ev çalakî ji du aliyan ve hat lidarxistin.

Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk ji nêz ve pêk hat û tê de 4 dagirker hatin kuştin.

Di baskê duyem ê çalakiyê de jî dagirkerek hat kuştin.

Di vê çalakiyê de ku bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê hat lidarxistin, yek jê efser bi giştî 5 dagirker hatin kuştin.

Back to top button