Dagirkeran gundên Eyn Îsayê careke din topbaran kirin

Bi êrişên li ser Başûr û Şengalê re, dewleta Tirk asta êrişên xwe yên li ser herêmê jî zêde kirine.
Gundên Eyn Îsa yên ku rojane rastî êrişan tên, şevê din jî hatin topbarankirin. 

Deverên hatîn topbarankirin gundên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê bûn.

Taybet gundê Mişêrfê û rêya M4 li aliyê rojhilat û gundên Hoşan, Xalidiyê û rêya M4 li aliyê rojava hatin armancgirtin.

Dagirkeran ev dever se’et 3’ê şevê bi çekên giran topbaran kirin.

Rojane ev gund ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve rastî êrişan tên û armanc jî dagirkirina wan e.

Back to top button