Yek ji fermandarên gerîla Amed Milazgir der barê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de got
“Wê bi berxwedana gel û gerîla êriş bên şikandin.”
Her wiha Milazgir got di roja pêşîn a şer de 62 dagirker hatine kuştin.
Yek ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Milazgir li ser cîhazê ji gerîlayên li herêmên Zap û Avaşînê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin re axivî.
Milazgir diyar kir di 23’ê Nîsana 2021’ê de li hemberî êrişa berfireh a dewleta Tirk wan bi Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bersiv dane û got;
“Dijmin di vê operasyonê de negihişt armanca xwe û gelek derbên giran xwar.”
Amed Milazgir diyar kir dewleta Tirk di sala 2022’an de jî amadekariyeke mezin kiriye û di 14’ê Nîsanê de bi şev bi 55 balefirên şer, bi dehan droneyên bi çek, û çekên giran êriş daye destpêkirin û wiha dewam kir;
“Di 17’ê Nîsanê de bi şev bi helîkopteran xwest leşkeran deyne Zap û Avaşînê. Hevalan ji gelek cihan li van helîkopteran dan û nehiştin ku leşkeran deynin.
Artêşa Tirk ji xeta Başûr a Kurêjaro ji ser Şêladizê xwestiye li sê cihan leşkeran deyne û ji baregeha Sîrê ya li Şêladizê bi pêşengiya hinek kontrayan xwe li sê cihên Kurêjaro bi cih kirine û du rojan di navbera gerîlayan û dagirkeran de şerên giran rû daye.”
Fermandar Amed Milazgir diyar kir ku niha li qadê şerê giran didome û got,
Ji 17’ê mehê heta 19’ê mehê di çalakî û şeran de bi qasî ku hatiye zelal kirin 62 dagirker hatine kuştin û derb li 2 helîkopteran hatine xistin.
Gelek birîndarên dijmin jî hene.
Di van şer û êrişên hewayî de, 7 hevalên me şehîd bûne.”
Milazgir diyar kir ew ê heta dawiyê li dijî vê êrişa dagirker li ber xwe bidin û bi van gotinan bi dawî kir;
“Hevalên me bi ruhê Apocî û bi cesareteke mezin bersiva êrişan didin.
Ji bo azadkirina axa Kurdistanê çi berdêl hewce be, em ê bidin.
Divê gelê Kurd û dostên wan di vê pêvajoyê de xwedî li berxwedana gerîla derkevin.
Wê gel û gerîla bi hev re berxwedaneke mezin nîşan bidin û teqez wê êrişa dagirkeriyê were şikandin”