Çapemeniya medya hawîz biryara rewşa Awerte weke mizgîniyekê weşand.
Qelemşorên AKP’ê li cihê wêranî û kavilan, xwest gel û dewlet bihevre ye nîşan bide.
Di encama erdhejên bi pileyên 7,8 û 7,6 ên Bazarcix a Mereşê de gelek bajar hilweşiyan.
Sazî û dezgehên deshilatê piştî hilweşîna li herêmê, destwerdan nekirin.
Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî sepana Rewşa Awarte (OHAL) ragihandibû.
Tevî nerazîbûnên muxalefetê jî biryara OHAL’ê duh li Meclisê hate erêkirin û kete meriyetê.
Medyaya hawîz ku kavilên erdhejê jinedîtî ve hat, biryara OHAL’ê weke “Mizgînî” parve kir.
Ji rojên desptêkê yên erdhejê ve îktîdarê tu alîkarî nedan mexdûrên erdhejê.
Mexdûrekî erdhejê yê kal dema rondik dibarandin ev trajedî bi van gotinan dianî ziman:
“Em neçar kirin ku diziyê bikin.”
Rojnameya Hurrriyet ê gelê ku di nava tî û birçitiyê de de difetise weke “Talanker” pênase kir û manşeta “Ji bo talankeran mizgîniya OHAL’ê” avêt.
Mexdûrên erdhejê ji kêliyên destpêkê yên erdhejê û şûn de dewlet rexne kirin, gotin xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nayên kirin, alîkarî nayên şandin.
Di demekê ku dewletê gel terkî qedera xwe kirî de Rojnameya Sabehê manşeta “Gelê me li cem dewleta xwe ye” avêt.
- Akşam
Rojnameya Akşamê jî bi manşeta “Gelê me û dewletê mil daye milê hev” avêt.
- Sozcuy
Rojnameya Sozcuyê jî manşeta “Îktîdar ji bo erdhejê dibêje ‘qeder e’ lê: Ma ev e qeder” tercîh kir.
Her wiha di nûçeya manşetê de manşeta Sozcuyê ya di 2’yê sibata 2020’an a “Meclisê Teqez Got ku Efûya Îmarê Dernexînin, Îktîdarê Tam 7 Caran Efûya Îmarê Derxist” bi bîr xist.
- Cumhuriyet
Rojnameya Cumhuriyetê jî diyar kir ku di roja 5’emîn a erdhejê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne û ev manşet tercîh kir: “Di 24 Salan de Tiştek Neguherî” Her wiha nûçeya bi sernavê “Îlana OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin: Ço yê li Dijî Muxalîfan” jî di rûpela yekemîn de dît.
- Evrensel
Rojnameya Evrenselê bi manşeta: “Bila Yên Ev Plana Qederê Nivîsandin Şerm Bikin” derket û di surmanşetê de jî sernavê “Deleta ku nekarî bide jiyîn di definkirinê de tune ye” avêt.
- BirGun
Rojnameya BirGunê bi manşeta: “Îktîdar ji hev belav bû, gel hev girt” avêt û di rûpelê manşetê di bin sernavê “Bajarên goristan” de bal kişand ser bîlançoyê.
- Yenî Yaşam
Rojnameya Yenî Yaşamê jî di çapa îro de ev manşet tercîh kir:
“Mexdûrên Erdhejê Yên di Bin Kavilên Îktîdara AKP-MHP’ê de Man, Piştevaniyeke Mezintir Dixwazin: Bi Dehhezaran Kes di Bin Kavilan de ne, Bi Milyonan Kes di Sermayê de ne, Piştevaniyeke Hîn Mezintir.”