Talîban firotina hebên kontrolkirina zayînê qedexe kir

Hemû qadên jiyanê li jinan qedexe kirin ne bes bûn, niha ca Talîban firotina hebên kontrolkirina zayînê bi gotina ‘Heram e’ qedexe kir.

Li Afganîstanê Talîban firotina hebên kontrolkirina zayînê qedexe kir.

Her wiha derziyên jiberkirinê û hemû berhemên ku kontrola zayînê didin li seranserê Afganîstanê qedexe kir.

Hat hînbûn ku êdî dermanxane hebên kontrolê nafiroşin.

Sedema biryara qedexeyê weke ‘heram’ hat nîşandan.

Hat ragihandin ku welatiyên xwestin ji dermanxaneya heban bikirin paş ve hatine şandin û bi vê awayê ji qedexeya nû agahdar bûne.

Jin jî li dijî biryarê ne.

Li gorî Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, mirina dayikan a di dema zayînê de bi piranî li Afganîstanê pêk tê.

Back to top button