Balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li başûrê Kobanê erebeyek bombebaran kir.
QSD’ê ragihand ku di encama êrişê de şervanekî wan şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser êrişa duh li Kobanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de QSD’ê wiha got:
“Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker duh êvarê li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê, li erebeya ku şervanên me yên di destûrê de bûn, bombebaran kir.
Di êrişê de şervanekî me şehîd bû, 2 şervan jî birîndar bûn.”