Li bakur û rojhilatê Sûriyê gel bi çalakiyan piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” didomînin.
Li Hesekê û Şehbayê gel daxwaza bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurdî kirin.
Şêniyan eşkere kirin ku ji bo misogeriya azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo ew ê asta tekoşînê bilindtir bikin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Efrîn û Şehbayê jî li dijî tecrîdkirina Rêber Apo meşek li dar xist.
Şêniyên kantonê li ser rêya navbera bajarokê Til Qirah û Kampa Serdemê kom bûn û dest bi meşê kir.
00:36-00:58
Piştî ku meş veguherî mêtingê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Şadiya Îbrahmî axivî û tecrîd şermezar kir..
Şadiya Îbrahmî diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rizgarkirin û vegera li Efrînê, berxwedanê bidomînin.