Heleb-Kongra Star civîna xwe ya salane li dar xist

Di bin silogana “Bi rihê şehîdên serdemê emê têkoşîna xwe bilind bikin” kongra star ya bajarê Helebê civîna salê li darxistin.

Civîn li eywna 8`ê adarê a dikeve xerbi taxê hate li darxistin, bi amadebûna dehan jin ji sazî komîn meclîs û patiyan amedebûn.

Civîn bi deqekê rêzgirtin destpêkir, û axftina vekirinê ji aliyê rêveberiya ekademiya kongra star Mune Kibik ve hat kirin.

Paşê dîwan ji 3 kesan ji aliyê haziran ve hat hilbijartin.

Endama kongra Star Bêrîvan Heleb perspektîfên Rêber APo xwend.

Endama Kongra Star Arjîn Heleb raopra salê ya xebatên Kongra Star xwend.

Piştî wê Nejbîr Mihemed endama kordnesyona kongra star ya Rojava nirxandina rewîşa siyasî û geşedan û pêvajoya heyî kir.

Piştre niqaşên kar û xebat rêxistinî ji aliyên endmên jin ve hatin kirin.

Back to top button