LI TEBQAYÊ TEQÎN – ŞÊNIYEK MIR Û 4 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li bajarê Tebqayê ji ber teqîna du mayînan kesek mir û di nav de yek zarok 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine girtin, herdu mayîn li kolana Fayiz Mensûr a rojhilatê bajarê Tebqayê saet di 19:00’an de teqiyan.

Hete raghiandin ku ji ber teqîne kesekî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha di nav de jin û zarokek keç 4 kes birîndar bûn.

Birîna zarok giran e û li nexweşxaneya bajêr tê dermankirin.

Hêzên Ewlekariyê jî piştî teqînê yekser berê xwe dan cihê teqînê lêpirsîn dan destpêkirin.

Leave a Reply

Back to top button