Li gorî dîmenên peykên ezmanî, Rûsya hêzî nû dişîne herêma sînor

Rûsya hê jî hêzên xwe ên leşkerî dişîne herêma sînorê Ukraine. Ev agahî ji aliyê şîrketên peykên ezmanî yên Amerîkayê ve hat parvekirin. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî dûbare ragihand ku ti niyeta wan ê şer tine ye û got: Ji bo misogeriya ewlehiya Rûsyayê, em li benda bersiva lezgîn a Amerîkayê ne.

Şîrketeke ezmanî ya taybet li Amerîkayê bi dîmenan eşkere ku Rûsya hêzên xwe ên leşkerî hê jî li sînorê Ukraîne kom dike.

Li gorî dîmenên şîrketa binavê Maxar (Maksar) Mosko li herêma Kirimê jî eskerên xwe kom dike.

Di nava wan de bi sedan tank û erbeyên leşkerî jî hene.

Li gorî agahiyên şîrketê, hejmara leşkerên Rûs ên niha li Herêmê 2 qatên hejmara Cotmehê ne.

Tevî ku ev yek ji aliyê hêzên Rojavayî ve weke tevgerênm provokatîk tê binav kirin jî, Rûsya doh ev peyam da:

Di nava sînorê xwe de her çi were xwestin em ê bikin. Li ku pêwîst bike em ê leşkerên xwe bicih bikin.

Di vê navberê de Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn careke din îdîa kir ku ti niyeta wan êrişa li dijî Ukraine tine ye û û got:

Ji bo misogeriya ewlehiya Rûsyayê, em li benda bersiva lezgîn a Amerîkayê ne.

Back to top button