Li Çilaxa 2 malbat li hev hatin

Bi beşdariya rûspiyên eşîrên ereb û bi hewldana Komîteya Lihevanînê ya Meclisa navçeya Çilaxa û Asayîşê 2 malbatên eşîra El Bûdahir a Ereb a li navçeyê li hev hatin.

Konê lihevanînê li taxa Xemir a navçeyê li pêşiya mala Mihemed El Salim hat vegirtin û tê de rûspiyên eşîrên herêmê û eşîra El Bûdahir a Reqayê û endamên meclisa navçeyê û nûnerên asayîşê beşdar bûn.

Sedemên nakokiyê beriya 4 salan li ser paşxaneya pevçûna di navbera ferdên her du malbatan de bûn û di encamê de ciwan Hisên El Salim bi kêrê birîndar bûbû.

Endamê Saziya Olî ya Çilaxa Cuma Xilêf çend ayînên li ser lihevhatin û qenciyê xwendin û got:

“Pêwîst e em banga aştiyê bikin û ji nakokiyan bi dûr bikevin.

Divê em li hember dijminê xwe yê ku hewl dide destkeftiyên me têk bibin, bibin yek.”

Piştre yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeyê Cûdî Çolî bixêrhatina beşdaran kir û got:

“Pêwîst e em rê nedin dijmin ku sûd ji nakokiyên me bigirin û tevliheviyê peyda bikin.”

Di dawiyê de peymana lihevhatinê ji aliyê herdu malbatan ve hat îmzekirin û ew li hev hatin.

Back to top button