Artêşa Tirk a dagirker herêma Behdînan bombebaran kir

Balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk a dagirker herêma Behdînan bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê ziyaneke zêde ya cotyar û gundiyan çêbûye.

Li gor agahiyên hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker li herêma Behdînan çiya û gundên li sînorê Batûfe û Derkarê yên ser bi Zaxoyê ve bomberdûman kir.

Hat gotin ku ji ber bombebaranê ziyaneke zêde gihiştiye zeviyên çandiniyê yên cotyar û gundiyan.

Her wiha welatî ji ber bomban nikarin biçin nav zeviyên xwe jî.

Back to top button