Li Spanyayê gelek sazî û kesayetan êrîşên dagirkeriya Tirk ser Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kirin.
Bi dehan rêxistin û kesayetan li Spanayê derbarê êrîşên dewleta Tirk ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şehîdxistina jinan daxuyaniyek hevpar da.
Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya Tirk ser herêmê hatin şermezarkirin.
Her wiha şehîdxistina endamên Kongra Star, Zehra Berkel, Bedîa Mele Xelîl û Dayika Emîne Weysî di dema êrîşa ser Kobanê de hat şermezarkirin.