Çeteyên DAIŞ duh bi şev li Herêma Mexmûr û Hewlêrê 3 caran êriş pêkanîn.
Derbarê êrişan de yek pêşmergeyên li eniya Mexmûr Xazî Feysel diyar kir ku duh bi şev di saet 10:30’an de çeteyên DAIŞ êrişî nav gundê Sêbiryan ê ser bi Hewlêrê kirin.
Hemwextî çeteyan li gundê Mehmudî ya ser bi Mexmûrê, 5 hewan avêtin hêzên Iraqê. Lê Piştî kêmek şer qewimî, çete ber bi çiya reviyan.
Xazî Feysel got ”Çeteyan di heman rojê de trafoyek ceyranê ya li ser rêya Hewêr û Mexmûr jî kirine hedef û teqandin.”