2 salên bi Talîbanê re: Mîna ku ez di nava kabûsekê de me

Piştî du salan bi Talîbanê re li Efxanîstanê, xizanî, bêhêvîbûn û hêrsa ji Rojava heye.
Bi taybetî ji bo jinên Efxanî.
“Ew hîs dikin ku di kabûsekê de ne.”

Du sal di ser desthilatdariya Talîban a li Efxanistanê re derbas bûn.

Tevî ku ji ber şerê Ukraynayê û krîzên din ên navneteweyî Efxanistan êdî cihê xwe di rojeva giştî ya cîhanê de nagire jî, lê bûyerên piştî 15’ê Tebaxa 2021’an rûdan hîna jî tên bîranîn.

Ketina çekdarên Talîbanê bo Kabîlê, reva Serokomarê wê demê Eşref Xanî a bi balafirê, panîka koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA, leza derxistina leşker, dîplomat û karmendên xwe bi balafiran ji welêt.

Pêvajoya bidawîkirina destwerdana leşkerî ya ku Amerîka bi hinceta têkoşîna li dijî terorê piştî êrîşên 11’ê Îlonê dabû destpêkirin û vekişandina leşkerên xwe piştî bîst salan, ji bo Hevpeymaniya Rojava weke şikestinek mezin bû.

Û ev pêvajo ji bo gelê Efxan, bi taybetî jin û keçan, bû destpêka qonaxeke din a tarî.

Jin ji jiyana civakî tên dûrxistin

Lê Talîbanê bi qedexeyên ku 2 sal in ragihandiye, maf û azadiya jin û keçan ji holê hat rakirin.

Piştî 20 salan jinên Efxan careke din ji jiyana civakî, saziyên perwerdehiyê û bazara kar hatin dûrxistin.

Ma Talîban guherî?

Talîban piştî ku di sala 2021’an de dîsa dest bi desthilatdariyê kir, mîna salên 1996-2001’an, guh neda azadiya jinan.

Ji wezîrên berê yên Efxanistanê, Dr. Alema Alema ya 59 salî dibêje, ti cudahiya bingehîn di navbera Talîbana 2021 û yên 1990’î de nîne, tenê ezmûna wan zêdetir e û bi hişyarî tevdigerin.

Di nava 2 salan de Talîbanê 51 waran de qedexe ji bo jinan anî.

Wezîra berê Alema niha li Almanyayê dimîne.

Li Efxanistanê xizanî her ku diçe rewşa jiyanî dijwar dike

Civaka navneteweyî zêdetir balê dikişîne ser rewşa jin û keçan, rêxistinên alîkariyê diyar dikin ku divê krîza aborî ya li welat neyê paşguhkirin.

Rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî hişyariyê didin ku li welat di du salên dawî de xizanî zêde bûye û krîza mirovî kûrtir bûye.

Berdevka Rêxistina Alîkariyê ya Komîteya Rizgarkirina Navdewletî (IRC) li Kabulê Semîra Seyîd Rahmen got;

Her çend li welêt pêwistiya 28 milyon kesî bi alîkariya mirovî heye jî, lê alîkariya darayî pir kêm e.

Back to top button