Êrîşên dewleta Tirk di vê rewşa zehmet de jî ranawestin. Balafirên artêşa dagirker, di saetên sibehê de, çiyayê Ehmed ê di navbera Zargel û Zîne Wertê de, bombebaran kir.
Îro di saet 04.30’î sibehê de, balafirên dewleta Tirk a dagirker, çiyayê Ehmed kir armanc.
Herêma ku hate bombebarankirin, li nêzî avahihyên şêniyên gundê Zargelê ya Binarê Qendîl û Zîne Wertê ye.
Di encamê de, gelek ziyan gihaştin avahiyên sivîlan.
Dewleta Tirk, dest bi mayînkirina herêma biradostê kiriye
Ne tenê êrîşên rojane, belê dewleta Tirk dest bi mayînkirina deverên ku dagirkirine jî, dike.. ku bi dagirkirina hin deverên Biradostê re, careke din dest bi bicihkirina teqemeniyan kiriye.