Dewlemendiya 6 kesên li Afrîka ji ya 678 milyon kesî bêtire

Li parzemîna Afrîka nêzî milyarek kes lê hene. Bê edaletiya di aboriya li parzemînê de, wekî wê dibe ku li cihek din nebe. Tenê dewlemendiya 6 kesên li Afrîka, bêtirî ya 678 milyon kesî ye.

Rêxistina sivîl a navneteweyî Oxfam ragihand ku 6 mirovên herî dewlemend ên Afrîkayê; aboriya xwe ji ya nîvê welat bêtire.

Oxfam di raporta xwe ya herî dawî de balkêş li ser bêedaletiya li Afrîkayê.

Rêxistinê diyar kir ku dewlemendên cîhanê ger ji sedî 2 heta 5’ê dewlemendiya xwe bacê bidin wê bikarin, bi milyaran kesî ji hejariyê xelas bikin.

Ev kesên li Afrîka di heman demê de, dewlemendên herî mezin yên cîhanê ne.

Di nav 5 dewlemendên Afrîkayê de 3 navên ji Nîjeryayê hene.

Aliko Dangote bi serweta 13,5 milyar dolar,

Mike Adenuga bi 6,5 milyar dolar û Abdulsamad Rabiu bi serweta 4,9 milyar dolar cih digrin.

Du super dewlemendên din ên li parzemînê Nassef Sawiris ji Misrê bi 8,2 milyar dolarî û ji Afrîkaya Başûr jî Nicky Oppenheimer bi 7,9 milyar dolarî cihê xwe digre.

Aboriya van 6 kesan ku dike, 45,8 milyar dolar ji ya 678 milyon kesên li Afrîka ku aboriya wan giştî dike 41,9 bêtire.

Back to top button