Li navçeya Til Hemîsê semînerek têkildarî ziyan û xetereyên madeyên hişbir hat dayîn.
Semîner ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat dayîn.
Hevserokê Komîteya Ciwanan a Meclisa Navçeyê Mihemed Xelîl semîner da.
Xelîl got: “Madeyên hişbir ji bo jihevxistina civakan tên bikaranîn.
Dewleta Tirk a dagirker dixwazin madeyên hişbir wekî çekekê ji bo wêrankirina civakê, di nava ciwanan de belav bike.
Dawiya semînerê beşdaran jî nêrînên xwe anîn ser ziman û gotin divê bi rêya hevgirtina ciwanan û hişyarbûna wan rê li ber berbelavbûna hişbirê bê girtin.