Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê derbarê xeterî û zirarên madeyên hişbir semînerek da.
Semîner li avahiya meclisa kantona Qamişlo hat dayîn û bi dehan ciwan beşdar bûn.
Endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê Oliyar Xelîl semîner bi rê ve bir.
Xelîl behsa sedemên belavbûna hişbirê di nava civakê de kir û got:
“Hişbir di serdema kapîtalîzmê de bi pêş ketiye, xeterî û bandora wê zêdetir bûye.
Li dijî civakan weke çekeke veşartî tê bikaranîn.
Xelîl destnîşan kir ku dewletên dijberî projeya Rêveberiya Xweser madeyên hişbir belav dikin û ciwanan dikin hedef.
Oliyar Xelîl behsa rola ciwan û malbatan di têkoşîna li dijî hişbirê de kir û diyar kir ku Malbat nûnertiya xeta yekemîn a parastina civakê ne.
Her weha behsa rêbazên hişyarî, dermankirinê û çawaniya gihandina nifşekî nû yê bi tendurist jî hat kirin.
Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê civak hevgirtî be da ku rê li belavbûna hişbirê bê girtin.