Li Sûdanê ji bo 3 rojan agirbest hat ragihandin

Li Sûdanê ji bo danûstandinan û dawîbûna şer fersendek derket.
Erebîstana Siûdî ragihand ku di navbera aliyên şer yê li Sûdanê de, ji bo 3 rojan agirbest hat ragihandin.

Li Sûdanê di meha 3’emîn ya şer de, hêviya aştiyê geş bû.

Wezareta karê Derve ya Erebîstana Siûdî têkildarî danûstandinên encamgir yên navbera aliyên şer de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê diyar kir ku bi navbeynakariya wan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) peymana agirbestê hatiye ragihandin.

Li ser malpera Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî, daxuyaniya hevpar a Erebistana Siûdî û DYAyê ya der barê agirbesta ku li Sûdanê ji aliyê aliyên nakok ve hatiye îmzekirin cih girt.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Sûdanê û Hêzên Destwerdana Lezgîn li ser agirbesta 3 rojan li hev kirine.

Agirbest wê sibe saet 06:00’an de bikeve meriyetê.

Hat diyarkirin ku di dema agirbestê de wê alî ji bikaranîna balefirên şer û alavên leîkerî yên bêmirov, topavêj û her cure xebatên îmkanên leşkerî dûr bikevin.

Li aliyê din wê, xebatên alîkariyê yên mirovî bêne hêsankirin.

Beriya niha jî DYA û Erebîstana Siûdî ji bo agirbestê bi aliyan re civiyabûn.

Tevî gelek hewildanan alî di şer de israr kirin.

Rêveberiya Waşîngton û welatên rojavayî jî bi eşkere gef li aliyên şer xwar ku wê dest bi cezayan bikin.

Li Sûdanê di 60 rojan de bêtirî hezar kes mirin

15’ê Nîsanê di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Destwerdana Lezgîn de şer despê kir.

Di encama şerê heta niha de, bêtirî hezar kesî miriye û 5 hezar jî birîndar bûne.

Ji ber şer bêtirî 2 mîlyon kes neçar man ku koçberî welatên cîran bibin.

Li Sûdanê milyonek zarok ji warên xwe bûne

Back to top button