Li Sûdanê milyonek zarok ji warên xwe bûne

Li Sûdanê şerê di navbera artêşê û hêzên paramîlîter de, bandoreke neyînî li zarok û sivîlan dike.
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) diyar kir li Sûdanê ji meha Nîsanê û vir ve ji ber şerên desthilatdariyê herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne.

Saziya alikariyê ya nanvnetweyî ÛNÎCEF têkildarî encamên kareseta şerê li Sudanê daxuyaniyek weşand.

UNÎCEF da zanîn li Sûdanê ji ber şerê ku du meh in didome, herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne û got:

Her wiha 330 zarok hatine kuştin û 1900 zarok jî birîndar bûne.

Li gorî UNÎCEF’ê li Sûdanê pêdiviya 13,6 milyon zarokan bi alîkariya mirovî heye.

Li gorî rapora dawîn a rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ACLED’ê heta niha herî kêm 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) jî got;

Herî kêm 2,2 milyon mirov ji welat derketine û 528 hezar kes jî çûne welatên din û bûne penaber.

Back to top button