Ciwanên Kurd ên li Swîsre û Fransayê tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin

Ciwanên Kurd ên li bajarê Araû yê Swîsreyê û yên li bajarê Nantes ê Fransayê dijîn, bi çalakiyên cûda tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezarkirin..

Ciwanên Kurd ên li bajarê Aaraû yê Swîsreyê dijîn, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên
li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de ciwanan bi rakirina alan bê navber tecrîd şermezar kirin.

Ciwana bang li saziyên eleqedar ê cîhanê kirin ku li hember tecrîdê bêdeng nemînin û gotin.

“Divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn û Rêbertiya me bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.”

Bi heman armancê ciwanên Kurd ên li bajarê Nantes ê Fransayê dijîn jî li dijî tecrîdê daketin çalakiyek lidarxistin.

Ciwana bi daxuyaniyeke tecrîd şermezarkirin û gotin:

“Di şexsê Rêber Apo de ku 23 sal in di tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin, hemû gelê kurd û rojhilata navîn tê tecrîd kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan nave” û “Azadî ji Ocalan re” bi dawî bû.

Back to top button