Ji ber fîşekên “kêfê”, jineke Efrînî li Qamişlo jiyana xwe ji dest da

Duh jineke din bû qurbana fîşekên bêserûber..

Ji ber hinek kesan ji kêfa serketina zarokên xwe di ezmûnên Bekaloriyaya biranşên Hikûmeta Şamê de, gule berdan û li Qamişlo jineke ducanî jiyana xwe ji dest da.

Sûzan Elî ya ji Efrînê koçber bûye, duh êvarî di dema bi lawê xwe re li baxekî yê bajarê Qamişlo digeriyan, fîşkeke bêserûber lê ket û birîndar bû.

Tevî hemû hewldanên bijîşkan, Sûzan di nexweşxaneya Ferman a Qamişlo de jiyana xwe ji dest da.

Sûzan 7 meh di ser ducaniya wê re derbas bibû û li benda hatina zarokê xwe bû, lê ji ber kêfa wan bi malbatan bi zarokên xwe, fîşek bêserûber teqandin, di encamê de Sûzan û zarokê di zikê wê de, jiyana xwe ji dest da.

Çalakvanên malperên civakî bi hêrs daxwaz dikin ku ew kes werin cezakirin û ji Hêzên Ewlehiyê tê xwestin ku biryarekê di warê guleyên bêserûber de derxîne.

Piştî canjidestana Sûzan, hevjînê wê Şiyar ê ku di dikaneke pevguhertina pereyan de kar dike û zarokekî xwe bi tenê mane.

Back to top button